Fotograf: Rûdaw / Arşîv
Rêveberiya Xweser duh (27ê Cotmeha 2020an) di biryareke nû aşkere kiriye ku heta dema 10 rojan qedexeya çûnûhatinê li hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê were pêkanîn. Biryara qedewexê 30ê Çiriya Pêşiyê destpê dike û wê 8ê Çiriya Paşiyê bidawî bibe
Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna Covid-19ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara navborî daye.
Li gorî nûçeya Hawarnewsê biryarên ku hatine dayîn wiha ne:
"Li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya beşî 10 rojan tê ferzkirin. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja Înê 30-10-2020an dest pê dike û 8-11-2020an bi dawî dibe.
“Di dema qedexeya derketinê de, tevahî sûkên mezin û deverên giştî têne girtin, tenê dikarên bazirganî û madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 15:00an de vekirî dimînin, karên xwaringehan tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve ye.
“Ji bilî (Nimêja Înê-Yekşema pîroz), li gel pêkanîna tedbîrên tenduristiyê yên xweparastinê, hemû cihên îbadetên têne girtin.
“Hemû cûre kombûn (Şahî, konê taziye, civîn û kongrê) qedexe ne.
“Hemû welatî divê li cihên giştî, sûk û navnedên fermî li gorî biryara (93) ya 16-08-2020an maskan li xwe bikin.
“Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan dê dewam bikin bi şertê ku hemû tedbîrên xweparastinê yên ku Desteya Tenduristiyê û Desteya perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirine werin pêkanîn.
“Li hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzgeha parastin, jihevdûrketin, paqijiya kesayetî werin pêkanîn û li gorî pêwîstiyan hejmara endaman di saziyan de were kêmkirin.
“Tevahî nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firne ne di nava qedexeyê de ne.
“Li gorî biryara bi hejmara (149) ya di dîroka 10-10-2020an de ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin tevhî deriyên sînor wê vekirî bimînin." (FD)