Di encama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmara kesên mirine derket 9an.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha diyar kiribû ku, piştî êrîşên Tirkiyeyê yên di 23yê Kanûna Pêşiyê de dest pê kirin, 8 welatî mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nexweşê gurçikê yê bi navê Ehmed Ebdurrehman Xizirê 65 salî, ji ber nebûna derfetên dermankirinê, mir.
Di dema êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê de yek ji wan cihên ku hate bombebaran, Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê bû. Ehmed Ebdurrehman Xizir 2 sal in li wir dihate dermankirin lê piştî bombebaranê, ew ji navendê çûbû.
Sînemager Kerîmiyan jî miriye
Sînemager Mensûr Kerîmiyan jî di encama bombebaranê de can dabû. Li gorî daxuyaniya Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) a Mezopotamyayê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîran duh li Qamişloyê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji bo Kerîmiyanî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li gorî daxuyaniyê, Kerîmiyan ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di çêkirina fîlmên “Dema Dirîreşkan”, “Şengal”, “Kobanê” û “Evîna Kurd” de cih girtiye. Wî ji ber zextên rejîma Îranê berê xwe dabû Rojavayê.
Tirkiye di 23yê Kanûna Pêşiyê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên asmanî kiribû. Di encama hemû êrîşan de rojên destpêkê hatibû diyarkirin ku 8 sivîl can dan û 18 sivîl jî birîndar bûn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdiyî piştî êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Êrîşên Tirkiyeyê îro gihişitiye qonaxeke metirsîdar” û êrîş li dijî jêrxane û avahiyên sivîlan berfireh bûne.
Ebdiyî her weha diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê dibin sedema bilindbûna asta bêzarî û aloziyan û wê siyaseta komkujiyê daye ber xwe. (FD)