Fotograf: K24
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê daneyên derbarê vîrusa Covîd-19ê de aşkere kiriye.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek daye û diyar kiriye di 24 saetên dawî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 5 kes ji ber Covid-19 mirine ku ji wan 5 kesan 2 kes ji Hesekê, 2 kes ji Şehba û kesek jî li Kampa Holê bûye.
Herwiha ji wan 100 kesên ku herî dawî li Rojavayê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa Covid-19 ketine, 22 kes li Hesekê, 8 li Dêrik, 15 li Qamişlo, 3 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, kesek li Rimêlan, 15 kes li Reqa, 12 li Tebqa, 5 li Minbicê, 3 li Kobanî û 14 kes jî li Şehbayê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku herî dawî 23 kes ji pêketiyên Koronayê li Rojavayê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê bi koronayê ketine gihiştîye 6 hezar û 691 kesan,183 kes mirine û 980 kes jî baş bûne.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw