Fotograf: Kurdistan24
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser aşkere kiriye ku 2 kesên din ji ber Covid-19ê mirine û 19 kes bi vîrûsê ketine.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku kalemêrek û pîrejineke 70 salî li Dêrikê ji ber Covid-19ê mirine.
Dr. Ciwan Mistefayî ragihandiye ku li Rojavayê 12 haletên din ên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin. 7 halet li Qamişloyê, 6 halet li Hesekêyê, 5 halet li Dêrikê û haletek li Amûdê ye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya diyar kiriye ku di nav 24 demjimêran de 9 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê bi koronayê ketine gihiştiye 575 kesan, 110 kes baş bûne û 37 kes jî mirine. (FD)