Li Rîzeyê mêrekî, jinek kuştiye
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Findikliya navçeya Rîzeyê mêrê bi navê Savaş D. yî jina bi navê Gamze P. kuştiye. Gamze P. li wargeha mamosteyan karmend bûye û di heman demê de yek ji rêvebira navçeyê ya AKPyê bûye.
Şahidê bûyerê ji bianetê re axivî û got, dema ku Gamze P. dibîne Savaş ber bi wê hat wê yekser telefonî polîsan kir. Lê belê pêş ku polîs bigihêjin cîhê bûyerê Savaş D. yî Gamzeyê bi kêrê dikuje.
Dîsan şahidekî din yê bûyerê ji bianetê re got, Savaşî bi berdewamî Gamze P.yê eciz dikir û da ku pê re bibe heval. Gamzeyê jî daxwaza Savaş. Dyî qebûl nedikir.
Jinan: Berpirsiyariya me heye
Piştî ku li navçeyê hemû kes bi bûyerê hesiyan, jinên ku li navçeya Findikliyê dijîn bangekî ji çar xalan pêk hatiye belav kirine û gotine: “Şîna me heye, daxwazên me heye, berpirsiyariya me heye”. Divê berpirsên herêmî ji bo ku Savaş D. yî cezaya herî giran bigire, dest bi hewildanan bikin. Li navçeya me, mala me û cihana me cîh ji tundkariya mêran re tune! Em dixwazin bijîn!". (EMK/AY/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da