Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Rîzeyê duh (14 Tîrmeh) piştî nîvroyê bi destpêkirina barana zêde ve lehî û hezaz çêbûye.
Duh piştî nîvroyê bi barîna barana zêde ve lehî û hezaz li navçeya Guneysûyê çêbûye û Adem Yanik, mixtarê gundê Asmaliirmakê wenda bûye. Piştî lêgerînê termê Yanik çemê ku 100 metre li jêrî mala wî ye, hatiye dîtin.
Terme jinekê jî di saetên dereng yên şevê de di bin kavilê avahiya ku rûxiyaye li Kolana Ortaya Bajarokê Mûradiyê ku serbi navendê ye hatiye derxistin. Hejmara kesên ku mirine derketiye 5an.
Her weha ekîban jinekê ku li bajarê Mûradiyê asê mabû, rizgar kiriye.
Li bajarokê Mûradiyeyê 2, l igundê Tepebaşi yê navçeya Guneysûyê jî kesek winda ye û tîmên rizgarkirinê li wan digerin.
Li Rîzeyê ji ber barana zêde hin rê ji hat û çûnê re hatiye girtin. Lehîyê bandor nêzîkî 100 gundan kiriye. Zerer û ziyan li zeviyê çandiniyê ketiye. Jêrzemînên hin malan av ketiyê.(KO/AY)