Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daxuyaniya li ser malpera Komîsyon Hilbijartinê ya Navendî ya Qirxizistanê hatiye weşandin hilbijartina parlamentoyê hatine betalkirin.
Hilbijartin di 4ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn kirin.
Komîsyon Hilbijartinê duh destnîşan kiribû ku ji 16 partiyên siyasî yên tevlî hilbijartinê bûne tenê 4 partî benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas kirine.
12 partiyên siyasî yên bend derbas nekirin û Partiya Hemû Qirxizistanê ya ku kêm deng bi dest xistibûn û ketibû meclisê encamên hilbijartinê qebûl nekiribûn.
Alîgirên mixalefetê yên bi hinceta nûkirina hilbijartinê dest bi protestoyan kirin Serokomarî û parlamento dagir kiribûn.
Serokomar Sooronbay Ceenbekovî ji Komîsyon Hilbijartinê re gotiye binpêkirinên di pêvajoya hilbijartinê da lêkolîn bikin û gava hewce bike hilbijartinê betal bikin.
Li Qirxizistanê mixalifan Lijneya Kordînasyonê ava kir
Li Qirxizistanê mixalifên ku encamên hilbijartinê qebûl nekirin, ji bo li welêt rewş têkeve binê kontrolê Lijneya Kordînasyonê ava kirine.
Ji serokwezîrên berê Omurbek Babanov û Temir Sariyev jî di nav kordînasyonê da ne û pêşengê Partiya Hemû Qirxizistanê Adaxan Madumarov kirin serokê Lijneya Kordînasyonê.
Madumarovî daxuyanî daye rojnamegeran û diyar kiriye, armanca Lijneya Kordînasyonê li welêt kontrolkirina rewşê ye, her wiha ji bo rûniştandina bingeha hiqûqî ye.
Di vê navberê da hat gotin ku endamên meclisê wê bi serokatiya Dastanbek Cumabekov îro li otelekê bicivin.
Çar partiyan benda hilbijartinê derbas kiribûn
Di hilbijartina roja yekşemê de ji 16 partiyan tenê çar partiyan karîbû bendê derbas bikin. Li Qirgizistanê benda hilbijartinê ji sedî 7 e. Ji van çar partiyan sê partî nêzîkî Serokomar Ceenbekovî ne.
Serokên 12 partiyên mixalif roja duşemê aşkere kiribûn ku ew ê encamên hilbijartinê qebûl nekin.
Polîsan roja duşemê bi gaza çawşewitandinê êrîşî xwenîşanderan kiribû ku li Qada Ala-Tooyê xwenîşandan dikirin.
Lê xwenîşander beriya bi ser Parlamentoyê ya ku weke Koşka Spî tê binavkirin, bikin vegeriya bûn qada navendî.
Li ser medyaya civakî hin vîdeo hatine weşandin. Di van dîmenan de tê dîtin ku xwenîşander dikevin nava parlamentoyê. (PT/FD)