Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîra parlamentoya Qiraliya Yekbûyî, Teressa Mayê xwestiye cara sêyem parlamento ji bo minaqeşeya li ser Brexitê kom bibe. Serokê parlamentoyê John Bercowî destûr nedaye.
(Brexit: Pêvajoya cidabûna ji Yekîtîya Ewropayê ya Qiralîya Yekbûyî)
Bêrêzî ye
Serokê parlamentoyê diyar kiriye ku parlamento du caran ji bo wê mijarê civiyaye, heke cara sêyem civîn bê kirin dê bêrêzîyeka li parlamentoyê be.
Bixwîne - Hevpeymana Brexitê: Dîsa “red”
Parlamentoya Brîtanyayê 13ê Adarê hevpeymana Brexitê dîsa red kiriye.
Serokwezîra Teressa May diyar kiriye ku:
“Yekîtîya Ewropayê dê bixwaze Britanya biryarê bide ka ew ê pêvajoya Brexitê bibe serî an jî dê referandûmeka dî pêk bîne.”
Biryarê bidin
Serokê Yekîtîya Ewropayê Jean-Claude Junckerî nameyek ji bo serokwezîra Brîtanyayê şandiye û diyar kiriye ku 23-26ê Gulanê hilbijartinên Yekîtîya Ewropayê dê bê kirin. “Heke Brîtanya heta hingê biryarê nede, bi yasayan divê ew beşdarî hilbijartinan bibe.
15ê Kanûna Paşiyê ji bo Brexitê, li parlamentoya Brîtanyayê deng hatibûn dayin. 432 deng li dijî daxwaza serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê bûne. 202 perlamenteran jî ji bo daxwaza serokwezîrê gotine erê.
Theresa Mayê di hilbijartinan de we’id dabû hilbijêrên xwe ku ew ê pêvajoya Brexitê pêngav bi pêngav bibe serî.
Bixwîne - Wezîrê Brexitê yê Brîtanyayê dest ji karê xwe berdaye
Hezîrana 2016ê ji bo ew welat ji Yekitiya Ewropayê cida bibe referandûmek hatibû kirin. Ji bo pêvajoya cidabûnê navê Brexitê hatibû dayin. Di referandûmê de ji sedî 52yê dengdêran dengê erê dabû.
(PT/MB)