Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê bombeya ku ji hêla hêzên PKKê ve li ser rê hatibû bicihkirin, dema wesayîta leşkeran derbas dibû hat teqandin û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Êriş li nêzî gundê Andaçê ya Qilebanê saet 12:00an de pêk hat.
Piştî wê êrişê li herêmê operasyon hat destpêkirin.
Şemzînan
Îro li herêma Yeşilovayê ku 70 km dûrî navçeya Şemzînanê ye li dijî qereqolekê êrişa bombeyî pêk hat.
Êriş di saet 11:00an de bi bombeya li ser rê hatibû bicihkirin ve li dijî wesayîta leşkerî hat kirin. Di encama êrişê de 3 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar birin herêma Derecikê û li herêmê jî operasyon dan destpêkirin.
(AA/YO)