Ji bo nûçeya Tirkî/ Ingilîzî bitikîne
Li Nêzîkî Zanîngeha Ercîyesê ya Qeyseriyê êrîşeka bi bombeyan li otobûseka leşkeran hat kirin.
Li rexa otobûsa leşkeran di siet 8.45ê êrîşek hat kirin.
Gelek polîs û ambûlans ji bo herêmê hatine şandin.
TSK(Hêzên Çekdar ên Tirk) bi daxuyaniyekê da zanîn ku di otobûsa êrîş lê hatî kirin de leşkerên destûr standîn hebûn. 13 ji leşkeran mirine.
Wezîrê Karên Navxweyî da zanîn ku 14 leşker mirin û 56 karmend birîndar in.
Birîndar li Nexweşxaneya Zanîngeha Ercîyesê têne dermankirin.
Çêkirina nûçeyên li ser êrîşê hat qedexekirin
Walî: Êrîşa terorîstan e
Waliyê Qeyserîyê, Sûleyman Kamçi gotiye:
“Em vê êrîşa terorîstan şermezar dikin. Şehîd û birîndarên me hene. “
Cihgirê serokwezîrî: Armanca wan Komando bûn
Cihgirê serokwezîrî Veysî Kaynakî weha got:
"Îhtimaleka mezin armanca êrîşê otobêsa leşkeran e. Ev bûyer jî dişibe êrîşa li Dolmabahçeyê. Birîndar hene lê em nizanin ka hejmara miriyan çi ye dema serokwezîr bê em ê agahiyan bistînin. Hûn dizanin çêkirina nûçeyan qedexe ye. armanc Komandoyên me ne."
TSK: 13 leşker mirine, 48 birîndar in
TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku leşker ji bo derketina derveyî navenda leşkeran li otobûsekê siwar bûne. Di êrîşê de 13 leşker mirine, 48 karmend birîndar in û çêdibe xelkên me yên sivîl jî birîndar bûbin.
Kiliçdaroglûyî telefonî serokwezîrî kir
Serokê CHPyê, Kemal Kiliçdaroglûyî telefonî serokwezîrê Bînalî Yildirimî kir. Kiliçdaroglûyî dîyar kiriye ku ew jî şirîkê xema ji bûyerê ye û agahî li ser bûyerê stand. Kiliçdaroglûyî êrîş şermezar kir.
Dadgehê çêkirina Nûçeyan Qedexe kir
Dadgeha Sûlh û Cezayan a Qeyserîyê da zanîn ku biryar hatiye dayin ku çêkirina nûçeyên li ser êrîşê qedexe ye. Dadgehê da zanîn ji bo parastina saxlemiya civakê û ewlehiya wê heta lêpirsîna bûyerê temam bibe çêkirina nûçeyan qedexe ye.
Wezîrê karên navxweyî: 55 birîndar hene, birîna 12 ji wan giran e
Wezîrê karên navxweyî, li Qeyserîyê dîyar kir:
“55 birîndar hene, birîna 12 ji wan giran e. Nasnameya 8 ji wan eşkere nebûye. Em hemî ji ber vê mijarê gelek xemgîn bûn. Ev êrîşeka li yekîtî û hevgiriya welatî ye. Ev yek we dike em têkoşîna li dijî terorê xurttir bikin û bibin asta herî bilind.”
Kurtulmûş: Hemî nîşan PKKyê nîşan dide
Cihgirê serokwezîrî Nûman Kûrtûlmûş beşdarî NTVyê bû û got: “Hemî nîşan PKKyê nîşan didin”
Kurtûlmûşî eşkere kir teqemeniya ji bo êrîşa li Qeyseriyê hatî bi kar anîn û teqemeniya ji bo êrîşa li Beşîktaşê hatî kirin dişibin hev.
“Ev melzeme[teqemenî] li Mallan û li bazarê nayên firotin. Welê tê zanîn ku hinek ji wan beşek ji teqemeniyên artêşa hinek welatan e. Piştgiriya lojîstîk û îstixbaratê li pişt vê êrîşê heye. Planeka sîyasî heye.”
7 kes hatine desteserkirin
Wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî daye zanîn ku li ser bûyerê 7 kes hatine desteserkirin, ji bo dîtina 5 kesan jî xebat didomin.
Hejmara wan kesên mirîn bû 14
Êvarê Ser-dixtorê Nexweşxaneya Zanîngeha Ercîyesê, da zanîn ku yek ji leşkerên birîndar ên li nexweşxaneyê dihat dermankirin miriye.
Di 2012ê de li Qeyserîyê teqîn çêbûbû
Di sala 2012ê de li ber deriyê Navenda Polîsan a Pinarbaşiyê ya Qeyseriyê teqînek çêbûbû. Sê kes miribûn 16 kes birîndar bûbûn.
Leşkerên bi êrîşa Qeyserîyê mirîn hatin binaxkirin
Di êrîşa bi bombeyan de, 14 leşker miribûn. Termê 12 leşkeran hatin binaxkirin.
Leşkerê er, Yûnûs Emre Dûran dê li Enqereyê, çawîşên Fehmî Balçin û Goksal Mustafa Agaçyetîştîren dê li Stenbolê, fermandarê peyade Muhammed Alî Ocak dê li Yozgatê, fermandarê peyade Ahmet Taş dê li Kirşehîrê, Kenan Dogerê er dê li Zongûldagê, Kamîl Tunçê er dê li Afyonê, fermandarê peyade Abdûlsamen Ozen û Raşît Yûce dê li Kocaelîyê, Serdar Amakê er dê li Izmîrê, Hasan Îlhanê er dê li Denîzlîyê û fermandarê Mustafa Cîhan dê li Osmaniyeyê bê binaxkirin.
(NV/ÇT/MB)
Wêne: Murat Asil – Qeyserî / AA