Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bajarê Qersê piştî biserketina Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), partiya duyem Partiya Neteweperwer a Gelî(MHP) narazîbûna xwe diyar kir. Li ser vê yekê deng dîsa hatine jimartin û encam neguheriye.
Li gor encama ne-fermî 17 dengên HDPyê ji yên MHPyê zêdetir in.
Lijneya Hilbijartinan ya Qersê deng dîsa jimartine. Dengên di 167 sindoqan de hatine jimartin.
Hevserokê serokatiya şaredariya Qersê, Ayhan Bîlgenî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye:
“Deng dîsa hatine jimartin. 17 dengên me zêde bûne. Mala wan kesên heta sibeyê li dadgehê mayîn ava be.”
(AO/MB)