Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Qersê Zorba Baskutlu, Hazal Agdeve û Îzzet Artûgê k udi 1ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin, hatine girtin.
Nûçegihana Demokrat Haberê Selda Mandûz, siyasetmedar Hazal Agdeve, Sabrî Avag, Adem Karataş û Zorba Başkûtlûyên bi 9 kesên din re di 1ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Qersê hatine wergirtin, birine edliyeyê.
Dozgerî daxwaza girtina Mandûz, Agdeve û Altigî kiriye. Her weha xwestiye Avag, Karataş û Başkûtlû bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Dadweriya Silh û Cezayî ya Qersê ya Baskûtlû, Agdeve û Artûg girtiye, Karataş, Mandûz û Avag serbest hiştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine girtin, birine Girtîgeha Qersê.
Di vê navberê de Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê jî di nav de 15 kesên din hîna li Midûriyeta Emniyetê ya Qersê ne. Ajansa Mezopotamyayê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku wê dema desteserkirina 15 kesan were dirêjkirin. (TP/FD)