Li Stepanakertê (Hankendî), paytexta Qerebaxê (Artsakh) teqînek di embareke sotemeniyê de pêk hat. Teqîn li herêma Berkadzorê bû.
Di encama teqînê de bi kemanî 20 kes mirin, 290 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.
Dibe hejmara miriyan zêde bibe
Dema ku sotemenî li welatiyan dihate belavkirin, teqîn pêk hat. Rayedarên ermenî yên Qerebaxê, diyar kir ku rewşa gelek birîndar an xirab e û ew nizanin teqîn ji ber çi bûye.
Ofîsa Mafparêziyê ya Artsakhê, diyar kir ku nexweşxaneyên li Qerebaxê tijî bûne û têra midaxeleya tibî nakin.
Hejmareke birîndar bi rêya ambulans û helîkopteran birine nexweşxaneyên li Erîvanê, paytexta Ermenistanê.
Fransayê bang li Azerbeycanê kir
Wezîra Karûbarên Derve ya Fransayê Catherine Colonnayê li ser hesabê xwe yê Xyê peyamek weşand û ji Azerbeycanê xwest ku demildest bide ji bo alîkariya mirovî biçe cihê teqîn lê pêk hat.
Hejmara koçberan gihîştiye 14 hezaran
Hikûmeta Ermenistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hejmara kesên ermeniyên ji Qerebaxê koç kirine û çûne Ermenistanê, gihîştiye 13 hezar û 550yî.
Çi bûbû?
Artêşa Azerbeycanê neh meh in ku Qerebax dorpêç kiribû. Bi mehneya ku di êrîşan de sivîl û polîs hatine kuştin, roja 19ê Îlonê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
Rayedarên azerbeycanî heman rojê diyar kirin ku çar jê polîs, şeş welatiyên azerbeycanê mirine.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Mafparêziyê ya Artsakhê, di encama êrîşên Azerbeycanê de bi kêmanî 200 kes mirin, 400 kes jî birîndar bûn.
Li paytext Erîvanê, welatiyan çalakiyeke protestoyî li dar xist û xwestin ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îstîfa bike.
Di 20ê Îlonê de peymanek hate îmzekirin û agirbest ragihandin. Piştî vê agirbestê, ermeniyên Qerebaxê û nûnerên azerbeycanê destpêkê di 21ê Îlonê de li bajarê Yevlakê yê Azerbeycanê, paşê jî di 25ê Îlonê de li Îvanyayê (Hocali) hatin ba hev.
Nûnerek ji Hêza Aştiyê ya Rûsyayê jî weke çavdêr beşdarî civînan bû. Ji civînan ti encam bidest neket.
Çavkanî: Armenpress, Arminea News, Asbarez
(NT/FD)