Cara yekem e ku li seranserê Qazaxistanê jineka kurd xelata bi navê ‘Birlik’ ango wateya wê ‘Yekitî’yê standiye.
Navê kamil ê vê xelatê ev e: ‘Qazaxistan Xelq Birligi’ ango ‘Yekitiya Gel a Qazaxistanê’ ye. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, mezintirîn xelata dewletê ya Komara Qazaxistanê ye. Ev 10 salên dawî ne ku her sal ev xelat li tê belavkirin û heta niha bi tenê 28 kes layiqî vê xelatê hatine dîtin û xelatkirin.
Narîn Nadîrova piştî karsaz, pêşekzanê civakê, Profesor Ezîzê Ziyo Bedirxan -wekî kurd- kesa duyem e ku ev xelat standiye. Lê wekî jin li seranserê Qazaxistanê ji tevahiya miletên li nav welat heta niha ev xelat nebibû para tu jinan. Di vî warî de jina kurd Narîn nadîrova kesa yekem e ku xelata ‘Birlikê’ standiye. Ezîzê Ziyo Bedirxan yek ji endamên rêveber ê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ye û serokê yekem ê vê dezgehê ye. Bedirxan niha yek ji wan kesan e ku gelekî nêzîkî Serokê Kurdên Qazaxistanê Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm e.
Biryara Xelata Bîrlikê bi daxwaz û fermana Serokomar Nûr Sûltan Nazarbayev tê dayîn û ev xelat bi navê wî û Dewleta Qazaxistanê tê belavkirin.
Narîn Nadîrova kî ye?
Narîn Nadîrova ji bo karê civakî, pêşxistina projeyên li ser bankegeriyê û bilindkirina zanyariyên zarokên welêt li ser fînansê layiqê vê xelata bilind hatiye dîtin.
Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova li Ermenistanê hatiye dinyayê, piştî zewaca xwe li Alma Ataya Qazaxistanê jiyana xwe berdewam kiriye. Nadîrova keça Serokê Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîd* û bûka Akademîsyen û Profesorê navdar Nadir Nadirov e.
*Kinyazê Hemîd endamê parlamentoya ermenistanê ye û sala par di vekirina parlamentoyê de ji ber kesê herî bitemen bû, parlamento bi axaftina wî vebû
Narîn Nadîrova xanima doktorê navdar ê zarokan Bariyê Nadirê Kerem (Nadirov) e. 2 kur û keçeka Barî û Narîn Nadîrovayê hene: Arif, Viyan û Nadir.
Narîn Nadîrova gelek caran ji bo pêşxistina karê bankegerî û fînansê serdana Başûrê Kurdistanê dike û beşdarî projeyên civakî dibe.(SK/MB)