Fotograf: Wezareta Berevaniya Azerbeycanê - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê aşkere kiriye ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de agirbest hatiye îmzekirin.
Pûtînî wiha gotiye: “Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de îşev ji saet 00.00ê (li gor saeta Tirkiyeyê) pê ve agirbestê destpê kiriye. Azerbeycan û Ermenistan wê li wan cihan bimînin ku wê derê kontrol dikin.”
Pûtînî her weha diyar kiriye ku ew kesên ji cihên xwe hatine kirin û penaber, di bin kontrola Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî de wê li Qerebax û li derûdora wê werin bicihkirin. Dîsa gotiye ku wê dîlketî û cenaze bi hev re werin guhertin û rêyên girtî jî wê werin vekirin.
Leşkerên rûsyayê wê bikevin navberê
Piştî ku Ermenistan ji herêmê derkeve wê Rûsya hezar û 960 leşkerên bi çeken sivik û 90 jî wesayitên bizirx bişîne. Hêza aştiyê ya Rûsyayê wê pênc salan li wir bimîne. Heke yek ji herdu aliyan beriya 6 mehan li dijî vê rewşê dernekeve, ew hêz wê ji bo 5 salên din li wir bimîne.
Aliyevî gotibû ku li gor xala 5em a agirbestê wê him leşkerên Rûsyayê him jî yên Tirkiyeyê li wir weren bicihkirin. Lê di metna agirbestê de derbarê mana leşkerên tirkan de tiştek nîne. Aliyevî diyar kiriye ku Tirkiye wê di navenda çavdêriya agirbestê de be. (TP/FD)