Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Pulurê du zarokên şivan dema heywanên xwe biribûn çêre, teqemenîyek li wan teqîyaye.
Herdu zarok li cihê bûyerê birîndar bûne. Ayaz Gulogluyê 8 salî li cihê bûyerê miriye.
Nupelda Gulogluya çar salî ji bo nexweşxaneyê hatiye birin. Keça çar salî li nexweşxaneyê miriye.
Hêzên ewlehîyê li cihê bûyer qewimî lêkolîn kirine lê hêj diyar nebûye ka çi teqîyaye.
Şaredar: Teqemenîyeka xwemalî...
Şaredarê Pulurê Mustafa Sarıgülî ji bianetê re gotiye hin malbat çûne zozanan. Zarokên teqemenî li wan teqîyane zarokên wan malbatan in.
"Zarok ji malbata xwe dûr ketine. Cihê ku ew çûnê wan teqemenî dîtine. Em texmîn dikin ku teqemenîyên xwemalî ne.
"Em sersaxîyê ji malbatê re dixwazin."
(RT/EKN/MB)