Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Amedê di 3emîn Sîteya Pîşesaziyê de ku li ser Rêya Rihayê ye têqîn pêk hatiye.
di kargeha bi navê Dogûş Tornayê de tûp teqiya ye û di encamê 5 jê bi giranî 10 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ambulans û ekîbên AFADê çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bûne li bin xirabeyan derxistine û şandine nexweşxaneyên bajêr.
Di encama teqînê de xesarek mezin li kargehê çêbûye û zirar û ziyanên maddî li wesayît û kargehên li derdorê ketiye.
Daxuyaniya Walîtiyê
Walîtiya Amedê derbarê bûyerê de daxûyanî daye û weha gotiye, “Li navçeya me ya Kayapinarê di kargeheke çakkirina wesayîtan de ku li 3emîn Sîteya Pîşesaziyê ye di saet 09.20an de tûp teqiya ye. Di encamê de 5 jê giran 10 welatiyên me birîndar bûne. Piştî midaxeleya destpêkê welatiyên me yên birîndar ji bo nêzîktirîn nexweşxaneyên hatine şandin û dermankirina wan didome.”
Derbarê bûyerê de lêpirsînekî berfireh hatiye destpêkirin.(RT/AY)