Li Pirsûsê herî kêm 4 kes hatin desteserkirin
Di nav kesên ku di serdegirtinên malan de hatine desteserkirin endamên meclîsa Şaredariya Pirsûsê jî hene.
![Li Pirsûsê herî kêm 4 kes hatin desteserkirin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/31/suructa-ev-baskinlari-en-az-dort-gozalti.jpg)
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Rihayê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser malan de hate girtin.
Di encama serdegirtinên malan de endamên meclisa Şaredariyê jî di nav de 4 kes bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema desteserkirinê de endamekî meclîsê rastî miemeleya xirap hatiye û bi desteserkirinê gef lê hatî xwarin. Di dema lêgerînê de dest danîne ser pirtûkên bibandroll û lênûska têbiniyan a amblema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser bûye ya heman endamê.
Her 4 desteserkirî birin Rêvebiriya Emniyetê ya Pirsûsê. Dibe ku hejmara desteserkiriyan zêdetir bibe.
(TY/AY)