Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kiriye ku li heşt gund û gundikên bi ser van gundan ve girêdayî, “heta fermaneke duyem” derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiyê agahiya qedexeyê vê sibê (1ê Adarê) saet 06.00ê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye. Walîtiyê diyar kiriye ku ji ber wê operasyon çêbibe, biryar hatiye dayîn û ev biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a Hejmar 5442yê hatiye standin.
Navên bi tirkî yên gundên ku qedexe lê hatiye ragihandin ev in: Boğaz, Kayıköy, Kurşunlu, Yokuşlu, Kırkpınar, Boğazköy, Gelincik, Baltacı û gundikên bi ser wan ve girêdayî.
Qedexeya derketina derve
Li gorî daxuyaniya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) a di 3yê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hatiye kirin, biryara qedexeya derketina derve herî zêde ji bo Amedê hatiye standin ku bi vî awayî cara pêşiyê tê pêkanîn.
Ji 16ê meha Tebax a 2015ê heta 3ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê li Amedê herî kêm 204 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye derxistin. (AS/FD)