Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li peravên Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê belemeke masîvanan a ku penaber tê de bûn, noqî avê bûye. Di encamê de heta niha 79 kes mirine.
Li nêzîkî Navarînê ya Nîvgirava Morayê, duh ji ber sedemeke nediyar belem noqî avê bûbû û zêdetirî 100 kesan hatibûn rizgarkirin.
Kesên rizgarbûyî birine Bêndera Kalamatayê. Pisporan diyar kiriye ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.
Berdevkê saziya Ewlehiya Peravan ê Yewnanistanê Nîkolaos Aleksîûyî bi Saziya Radyo û Televizyonê ERTYê re axiviye û gotiye ku ew nikarin bi zelalî bibêjin ka çend kes di beleme de bûn lê ew dizanin ku gelek kes di beleme de bûn.
Aleksîûyî diyar kiriye ku li gorî gotinên penaberên rizgarbûyî, di embara beleme de gelek zarok û jin hebûn. Her weha gotiye, belem li kûrtirîn xala Behra Spî noqî avê bûye.
Li gorî gotina berdevkî, dibe ji ber hemû mirovên di belemê de li hêlekê kom bûne, ew noqî avê bûye.
Dermankirina 26 kesan dewam dike
Aleksîûyî gotiye heta niha 26 kesên birînên wan sivik in û ji ber hîpotermiyê tên dermankirin û 78 kesan sibê bişînin Kampa Malakasayê.
Rayedarên saziya Ewlehiya Peravan ên Yewnanistanê diyar kirine ku êlekên ewlehiyê yên penaberên rizgarkirî nebûn.
Belem ji Lîbyayê bi rê ketiye
Belema navborî ji herêma Tobrûkê ya li rojhilatê Lîbyayê derketine rê û wê biçûya Îtalyayê. Li gorî saziya civaka sivîl Alarm Phone-ê, di belemê de nêzîkî 700 kes hebûn. ERTyê jî diyar kiriye ku gelekên penaberan mêr in û temenên wan li derdora 20an e û ew ji Sûriye, Fîlîstîn, Afganistan û Pakîstanê ne.
Şaredarê Kalamatayê Thanasîs Vasîlopûlos bi Ajansa Dewletê ya Yewnanistanê AMNAyê re axiviye û gotiye ku wan li Bêndera Kalamatayê nexweşxaneyeke servekirî ava bikin û penaber li wir bên dermankirin.
Şaredarî her weha diyar kiriye ku ji bo penaberan li depoyên kevn ên Bêndera Kalamatayê wan cihên demkî çêkirine.
Serokomara Yewnanistanê Katerîna Sakelaropûlû çûye Bêndera Kalamatayê.
Serokwezîrê berê yê Yewnanistanê Kîryakos Mîçotakîsî li ser hesabê xwe ye medyaya civakî peyamek weşandiye û xemgîniya xwe aniye ziman. Her weha serokê Tifaqa Çepa Radîkal (SYRIZA) Aleksîs Çîprasî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye ku idvê ew piştgirên rizgarbûyiyan bin.
Rêxistina Doktorên Sînornenas jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li serokên Yekîtiya Ewropayê kiriye û xwestiye, berî her tiştî jiyana mirovan biparêzin.
Berdevka NYyê Stephane Dujarricê jî di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de behsa bûyerê kiriye û gotiye ku Sekreterê Giştî (Antonio Guetteres) diyar kiriye ku divê hemû welatên endam bên ba hev û ji bo rêyên ewle saz bikin kar bikin. (AS/FD)