Fotograf: AA
Li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş, Sêwaz û Bedlîsê yên herêmê ji ber berfê rêya hezar û 138 gund û navçeyan hatine girtin.
Li bajarên Wan, Colemêrg, Muş, Sêwaz û Bedlîsê ji ber berfa zêde rêya hezar û 138 gund û navçeyan hatine girtin. Li herêmê ji ber barîna berfa zêde çûn û hatin zehmet bûye.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber şert û mercên nerênî yên hewayê bi giştî li wî bajarî rêyên 76 gundan hatine girtin û tîmên şaredariyê bi armanca vekirina rêyên girtî li ser kar û xebatên xwe berdewam in.
Herwiha li bajarê Colemêrgê rêya 49 gund û gundikan, li Muşê rêya 211 gundan, li Sêwazê rêya 696 gundan û li Bedlîsê jî rêya 106 gundan ji ber berfa zêde hatine girtin.
Li gor agahiyên Rêveberê Xizmeta Rêyan ji ber mij û moranê çûn û hatina rêya navbera parêzgehên Muş û Bedlîsê jî zehmet bûye. Li gor Saziya Keşnasiyê dê pileyên germê dakevin û barîna berfê li hinek bajarên herêmê heta çend rojan berdewam be.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw