Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li sê gundikên bi ser gundekî navçeya Pasûrê ve girêdayî ji saet 05.00ê vê sibeyê û şûnde derketina derve hat qedexekirin.
Daxuyaniya qedexeyê li ser malpera fermî ya Walîtiya Amedê hat belavkirin, lê nehatiye diyarkirin ku wê qedexe kengî rabe.
Biryara qedexeyê ji bo gundêkin Meydan, Billurderesî û Şenyayla yên gundê Alacayê hatiye standi.
Wê operasyon çêbibe
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “bi hinceta bêbandorkirina endamên Rêxistina Terorê ya Dabeşkar û hevkarên wan, ji bo rûxandina stargeh, depo, çeperên wan ên balafirşikênan û bi destxistina kelûpelêan wê operasyon çêbibe.
“Li herêmên ku wê operasyon li dar bikeve bi armanca dabînkirina ewlehiya can û mal û milkên gel û bi armanca welatiyên sivîl zerarê nebînin, di çarçoveya Yasaya Birêveberina Bajêr ya hejmar 5442yê li herêmên ku hatine diyarkirin 17yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê roja îne ji saet 05.00ê heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.” (AS/FD)