Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Amedê îro saet di 6.30ên sibehê de PKKyiyan êrîşek pêkanîye û di encamê de 5 kes mirine.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê li bejahîya kolana Guleça Pasûrê dema wesayîta darvaniyan derbas dibe, bombeya ku pêştir li ber deve rê hatiye vedan, teqiyaye. Piştî teqînê gelek jendirme û ekîbên tenduristîyê şandin cihê teqîn lê pêk hatiye.
Ajansa Mezopotamyayê jî diyar kiriye ku bi wan ambûlansên ku çûne cîhê bûyerê dê cenazeyên 5 kesên encama teqînê de mirine, bînin Amedê.
Walîtîya Amedê di daxuyanîyê de destnîşan kiriye û gotiye, ji bo tespîtkirin û girtina faîlan hêzên ewlekariyê operasyon dane destpêkirin.(AS/AY/FD)