Serdema 28emîn a Parlamentoyê bi merasîma sondxwarinê ya parlamenteran destpê kiriye. Piştî sondxwarinê, parlamenter dê bi awayekî fermî dest bi wezîfeya xwe bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku endamê meclisê yê herî bi temen Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ye, Lijneya Giştî ji hêla wî ve tê birêvebirin.
Li gorî rêziknameya navxweyî, şeş parlamenterên herî ciwan ên meclisê dê katîbiya demkî bikin. Di vê çarçoveyê de parlamentera herî ciwan Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, Parlamentera AKPê ya Enqereyê Zehranûr Aydemîr, Parlamentera AKPê ya Stenbolê Rumeysa Kadak, Parlamentera AKPê ya Enqereyê Zeynep Yildiz, Parlamenterê AKPê yê Îzmîrê Eyyûp Kadîr Înan dê peywirê li xwe bigirin.
Dîwana Serokatiyê ya Demkî dê heta hilbijartina Serokê Meclisê û Dîwana Serokatiyê peywirê li xwe bigirin.
Bi torena sondxwarinê re dê pêvajoya hilbijartina Serokê Meclisê dest pê bike. Piştî ku Serokê Meclisê hate hilbijartin, dê Dîwana Serokatiyê û komîsyon bên avakirin.
Parlamenterên ku ji ber sedemekê nekarîn tev li rûniştina ewil bibin dê bikarin piştre sondê bixwin. Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay ku niha girtî ye, ji ber ku dosyaya wî ya tehliyekirinê ji Dadgeha Bilind re nehatiye şandin, nekarî tev li merasîma sondxwarinê ya îro bibe.
(AY)