Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li parlamentoyê, di tûra duyem de 7 xal hatin qebûlkirin.
Bi Xala 1. a Makeqanûna nû li şûna “dadkirina bêalî” dê gotinên “dadkirina bêalî û serbixwe” bê nivîsîn.
Bi Xala 2. hejmara parlamenteran dê ji 550ya bibe 600.
Bi Xala 3. emrê ku welatî dikarin xwe bikin berbijarê parlamenteriyê dibe 18.
Bi Xala 4. hilbijartina parlamenteran û serokkomaran dê bi hev re bêne kirin.
Bi Xala 5. Parlamento dê bikare Dîwana Wezîran kontrol bike û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de derbêxe.
Bi Xala 6. dê rê bê girtin ku parlamenter pirsan ji wezîran bike û wan mecbûrî bersivekê bike(gensorû).
Bi Xala 7. dê rê bê dayin ku serokkomar bi ser partiyekê ve be.
Encamên dengdanan
Ji bo xala 1., 484 deng hatin dayin, 347 dengên erê, 132 dengên na, 2 dengên bêbiryar û 4 dengên vala hatin avêtin. Dengek hat betalkirin.
Ji bo xala 2., 480 deng hatin dayin, 343 dengên erê, 133 dengên na, 1 dengên bêbiryar û 2 dengên vala hatin avêtin. Dengek hat betalkirin.
Ji bo xala 3., 485 deng hatin dayin, 341 dengên erê, 139 dengên na, 1 dengên bêbiryar û 3 dengên vala hatin avêtin. Du deng hatin betalkirin.
Ji bo xala 4., 486 deng hatin dayin, 343 dengên erê, 139 dengên na, 2 dengên vala hatin avêtin. . Du deng hatin betalkirin.
Ji bo xala 5., 486 deng hatin dayin, 342 dengên erê, 140 dengên na û 4 dengên vala hatin avêtin. Dengek nehat hejmartin.
Ji bo xala 6., 485 deng hatin dayin, 342 dengên erê, 138 dengên na û 2 dengên vala hatin avêtin. Du deng hatin betalkirin.
Ji bo xala 7., 484 deng hatin dayin, 340 dengên erê, 136 dengên na û 4 dengên vala hatin avêtin. Du deng hatin betalkirin.
(EKN/MB)