Serokê Federasyona 78an yên Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî de axivî û got: “Êdî dema wê ye ku bibin Mahîr. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
Di 53emîn salvegera Qetlîama Kizildereyê de Mahîr Çayan û hevrêyên wî, hatin bibîr anîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Enqereyê ji bo bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî ku 53 sal berê li Kizildereyê hatibûn qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hatin gel hev.
Girseya ku li ber goristanê kom bûn, ber bi gora Mahîr Çayan ve meşiya. Di meşê de pankarta “Kizildere ne dawî ye, berxwedan berbi Mahîrbûnê ve diçe û em ber bi şoreşê ve dimeşin” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Mahîr, Îbo û Denîz didomin û dê bidome têkoşîna me”, “Bijî şoreş û sosyalîzm” û “Şehîdên şoreşê nemir in” hatin berzkirin.
Girseyê piştî qurnefîl danîn ser gorê, deqeyek rêz girt.
Serokê Federasyona 78an Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranînê de axivî û got: “Yên ku îro me birêve dibin, ew kes in ên Fîloya 6’emîn ji xwe re kirin qiblegeh. Yên Bazara Xwînî afirandin me birêve dibin. Yên Mereş, Çorum û Sêwas pêk anîn me birêve dibin. 53 sal piştre tam jî dema Mahîrbûnê ye. Silav ji yên ji bo pêşerojê li ber xwe didin. Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin.”
Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bibîr anî.
Tulay Hatîmogûllari, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Mahîr Çayan û rêhevalên wî ku di 1972an de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin û Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî ku di sala 1995’an de li Samandagê di kêmîneke faşîstan de hatibû qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew ên ku piştevaniya şoreşgerî bi canê xwe rêsandin û neferê komunist enternasyonalîstê yê gelê Ereb Mehmet Latîfecî rêya me ronî dikin.”
Qetlîama Kizildereyê
Mahîr Çayan û hevalên wî ji bo pêşiyê li darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înanî bigirin 25 û 26ê Adarê ya 1972yê biryar girtin ku wezîfedanê li baregeha bêhnvedanê ya NATOyê birevînin. Gezmîş, Aslan û Înan piştî derbeya 12ê Adarê ya 1971ê hatibûn girtin.
Yek ji avakarên Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan, Serokê Giştî yê Dev-Gençê Ertûgrûl Kurkçu, Endamê Lijneya Birêveber a Navendî ê Dev-Gençê Hudayî Arikan, milîtanê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Cîhan Alptekîn, ajokarê Fatsayî Nîhat Yilmaz, mamosteyê Fatsayî Ertan Sarûhan û rênçberê Unyeyî Ahmet Atasoyî 26ê Adarê du wezîfedarên Îngilîz û yekî Kanadayî girtin û ji navçeya Unye ya Ordûyê derketin ku hêzên ewlekariyê ew der dorpêç kiribûn. Ji vir çûn gundê Kizildereyê yê navçeya Nîksarê ya Tokatê. Sînan Kazim Ozudogrû Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê, Sabahattîn Kurt endamê Lijneya Birêveber ê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî, Omer Ayna milîtanê THKOyê û serpel Saffet Alp ê hêzên ewlekariyê weke avakarê “Rêxistina Şoreşger a Proleter a Hêzên Hewayî” li wî digeriyan berê xwe li vî gundî veşartibûn.
Hêzên ewlekariyê di encama agahiyên bi dest xistine 30ê Adarê çûn guherên li derdora gundê Kizildereyê. Ji vir çûn mala muxtarî ku wî berê nameya gilîkirinê amade kiribû. Muxtar ji hêzên ewlekariyê re got ku kesên firar li mala wî ne.
Çayan û hevalên wî ku mala lê diman hatibû dorpêçkirin, qebûl nekirin ku teslîm bibin. Hêzên ewlehiyê bi reşaşeyan, topên hawanê û bombeyan êrîş birin ser wan û 3 teknisyen jî di nav de 10 şoreşger hatin kuştin. Bûyer weke Qetlîama Kizildereyê di nava rûpelên dîrokê de cî girt.
Kurkçu di dema êrîşê de xwe li kadînê veşartibû û bi giranî ji qetlîamê rizgar bûbû lê piştî bi rojekê ji hêla cendermeyan ve hatibû dîtin û girtin.
Şoreşgerên li Kizildereyê hatibûn kuştin
Mahîr Çayan yek ji avakarên Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C), Ertûgrûl Kurkçu Serokê Giştî yê Dev-Gençê, Hudayî Arikan Endamê Lijneya Birêveber a Navendî ê Dev-Gençê, Cîhan Alptekîn milîtanê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO), Nîhat Yilmaz ajokarê Fatsayî, Ertan Sarûhan mamosteyê Fatsayî, Ahmet Atasoyî rênçberê Unyeyî, Sînan Kazim Ozudogrû Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê, Sabahattîn Kurt endamê Lijneya Birêveber ê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî, Omer Ayna milîtanê THKOyê û serpel Saffet Alp ê ku hêzên ewlekariyê weke avakarê “Rêxistina Şoreşger a Proleter a Hêzên Hewayî” li wî degireyan.
(AY)