Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Parîsê, paytexta Fransayê, li derdora Muzeya Louvre-ê polîsan ferq kiriye ku wesayitek li ser rêya ne li gorî rêzikên hatûçûnê sekiniye, Polîsan xwestiye wê wesayitê kontrol bikin lê ajokar bi ser wan ve ajotiye. Polîsan gule bera wesayitê dane. Di encamê de du kes mirine, kesek jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeyên ku çapemeniya Fransayê weşandiye û spartine çavkaniyên polîsan, ajokar û yê li kêleka wî rûniştî miriye. Li gorî nûçeya Le Figaroyê ku Sky Newsê ragihandiye, jineke li paşiya wesayitê rûniştî, ji milê xwe birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyê.
Li gorî heman nûçeyê, dozgera Parîsê Laure Beccuau îro saet li derdora 1.30 deqîqeyî de çûye cihê bûyer lê qewimiye ku ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
Dozger nêzîkî saetekê li cihê bûyerê lêkolîn kiriye û paşê ji wir çûye. Her weha Mifetişiya Giştî ya Polîsan a Netewî (IGNP) jî li cihê bûyerê lêkolîn kiriye ku ev beş lêkolînê li ser sûcên polîsan dike. (SD/FD)