Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Muhammad Sohail Khan, nûçegihanê 30 salî li herêma Hattar a Haripura Pakistanê hatiye kuştin. Khan ji bo televizyonên K2 Times û AVTyê kar kiriye.
Li gorî zanyariyên Saziya Çapemeniyê ya Pakistanê (PPF) 16ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) dema Khan giliyê Musarat Iqbal, tiryakfiroşî kiriye û ji navenda polîsan a navçeyê derketiye hatiye kuştin. Musarat Iqbal di heman demê de mamê Khanî bûye û piştî hin nûçeyên Khanî hatiye girtin.
Zakir Tanoli Serokê Kulûba Çapemeniyê ya Haripurê ji PPFyê re diyar kiriye ku kurên Musarat Iqbalî ji bo nûçeyan derbarê wan de çêneke, gef li Khanî xwarine.
Sardar Iftikhar edîtorê K2 Timesê ji PPFyê daxwaz kiriye ku sûcdar bên girtin.
Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de hatine belavkirin, Ali Jadoon polîsê Hattarê diyar kiriye ku Khan ne ji ber karên rojnamegeriyê lê ji ber nîqaşên malbatî hatiye kuştin. (EKN/FD)