Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber barana mûsonê ya ku ji 14ê Hezîranê û vir ve li Pakistanê bi bandor e, hejmara miriyan derketiye 1033an, 1527 kes birîndar bûne û 719 hezar û 558 ajalên malî mirar bûne.
Li wî welatî ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hatibû ragihandin.
Li gorî daneyên Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Pakîstanê (NDMA) li welat di nava 24 saetên dawî de 119 kes mirine û 71 kes jî birîndar bûne.
Her weha ji ber barana zêde 149 pire hilweşiyane û xesar li 3 hezar û 451 kîlometre rêyên bejahî ketiye. Ji 949 hezar û 858 xaniyên ku xisar lê ketine jê 287 hezar û 412 xanî bi temamî hilweşiyane.
Di kampên alîkariyê yên hatin avakirin de 498 hezar û 442 kes bi cih bûne, hejmara kesên hatin rizgarkirin derketiye 51 hezar û 275an.
Ji ber barana zêde sînorê Çamanê yê li ser sînorê Pakistan û Afganîstanê ji bo demekê hatiye girtin.
Li seranserê wî welatî 33 mîlyon kes ji barana mûsonê bandor bûne, bi deh hezaran kes bê mal mane.
Li gorî nûçeya televîzyona Geo Newsê, 30 xwendekar li Geliyê Kumrat a eyaleta Hayber Pahtunvayê asê mane.(AO/AY)