Li Pakistanê ji ber barîna barana mûsonê, di navbera 25ê Hezîranê-12ê Tîrmehê de 91 kes mirine.
Ajansa Rêvebiriya Karesatan a Neteweyî ya Pakistanê ev zanyarî ragihandiye. Li gorî heman nûçeyê, heta niha 151 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku di navbera dîrokên navborî de ziyan gihîştiye 99 xaniyan.
Li gor nûçeya rojnameya Dawnê, li herêma Kasurê ya eyaleta Pencapê, ava Çemê Sutlejê di ser re avêtiye û 15 gund di bin avê de mane.
Rayedaran gotiye, ji van gundan 11 hezar mirov hatine derxistin û ew şandine cihên ewle.
Her sal di heyama Hezîran û Îlonê de barana musonê li Pakistanê dibe sedema ziyanên mezin. Par ji ber lehiyan hezar û 739 kes miribûn. Li gorî daxuyaniyên fermî, ji 30 milyar dolarî zêdetir ziyan gihîştiye welêt. (FD)
*Çavkanî - Fotograf: AA