*Fotograf: Karaçi/ Stringer/ AA.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Pakistanê çar êrîşkaran bi çek û bombeyan êrîş birine ser borseyê. Di encama êrîşê de 4 jê êrîşkar 11 kes mirine.
Êrîşkar li gor saeta herêmî li derdora 10.40 deqîqeyan li bajarê Qaraçiyê bombeya destan avêtine ber deriyê borsayê ango PSXyê û paşê avahiya borseyê dane ber guleyan. Êrîşkar paşê ketina nava avahiyê û 8 kes kuştine.
Locals are claiming that 6 Security Guards and 2 policemen have been killed in the Attack till now.
— LONE WOLF (@Lone_wolf110) June 29, 2020
Muştaq Ehmed Mahar, Midûrê Asayîşa Eyaleta Sîndhê diyar kiriye ku çar kesên êrîşî avahiyê kirine, hatin kuştin û hêzên asayîşê di nav avahiyê û derdora wê de lêgerîn dane destpêkirin.
Borsayê jî daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku hê bi her awayî kontrol nehatiye pêkanîn. (PT/FD)