Dersdêr Mehmet Bilgili di hewşa Lîseya Farabi Anadoluyê de rastî êrişa çekdarî hat. Piştre Bilgili birin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Lîse li gundê Çardakê ye ku ser bi navenda Osmaniyê ye.
Waliyê Osmaniyeyê Mehmet Fatih Serdengeçti di daxuyaniya xwe de ragihand ku Bilgili bi giranî birîndar bûbû û bi wî awayî birine nexweşxaneyê. Libelê tevî hemû midaxeleyan jî ji mirinê ne filitî.

Li Wanê xwendekarek bi tifinga pompeyî çû dibistanê û lêpirsîn hat destpêkirin
Walîtî: Meseleyeke malbatî û kesane ye
Li gorî tespîtên destpêkê ên walîtiyê, peywendiya êrişê bi çalakiyên perwerde-hînkirinê, rêveberiya dibistanê ango xwendekaran re nîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş ji ber "meseleyeke malbatî û kesane" ya di navbera Bilgili û birazayê wî A.B. de pêk hatiye.
Peywirdarê ewlehiyê gumanbar zeft kir
Walîtiyê eşkere kir ku piştî bûyerê, wezîfedarê ewlehiyê yê ku ji bo ewlehiya dibistanê hatibû peywirdarkirin midaxele kiriye û gumanbar zeft kiriye.
A.B. tevî çeka bê ruxsat ku tê nirxandin di bûyerê de hatiye bikaranîn hat zeftkirin.
Gumanbar hate desteserkirin, derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî hat destpêkirin.
Ji bo xwendekaran dê piştgiriya psîkososyal bê dayîn
Walîtiyê her wiha ragihand ku bi armanca kêmkirina bandorên gengaz ên êrişê yên li ser xwendekaran, tîmên rêberî û piştgiriya psîkososyal yên Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Bajar hatine peywirdarkirin.
Hat diyar kirin ku ji bo parastina hesta baweriyê ya xwendekaran û piştgirîkirina wan a ji aliyê derûnnasî û pedagojîk ve tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.
Walî Serdengeçti diyar kir ku pêvajo ji aliyê saziyên peywendîdar ve tê şopandin û ji bo malbat, xizm, xwendekar û civaka perwerdeyê ya Mehmet Bilgili ser saxî xwest.
(NÖ/AY)
