Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Ortakoya Stenbolê bi çekan êrîşek hat kirin, 39 kes mirine, 69 kes jî birîndar bûne.
Hat eşkerekirin ku di nav miriyan de polîsek jî heye. Ji bo dîyarkirina nasnameyan xebat hatine dest pê kirin.
Soylû: Em li êrîşkaran digerin
Di siet 10:00ê de wezîrê karên navxweyî eşkere kir ku ew li êrîşkarî digere.
“Welatiyên me mirin. Niho nasnameya 21 miriyan eşkere ye, ji bo eşkerekirina nasnameya wan 18 kesên dî xebatên me didomin. 16 kes ne welatiyên Tirkiyeyê ne, 5 welatiyên Tirkiyeyê ne.
“69 kes li nexweşxaneyan têne tedawîkirin. Rewşa çar ji wan xerab e, rewşa yek ji wan gelek xerab e.
Dîyanetê êrîş şermezar kir
Serokê Karûbarên Dîyanetê, Mehmet Gormezî li ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîş şermezar kir.
"...Armanca terorîstan ne mekan in. Armanca wan mirov in, welat in, gel in, mirovatî ye. Teror ji kû bi ser kê ve bê bila bê nayê qebûlkirin. "
RTUKê çêkirina nûçeyan bi demkî qedexe kir
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan eşkere kiriye ku çêkirina nûçeyên li ser êrîşê ji bo demekê qedexe ye.
Şahîn: Bi çekên giran êrîş kiriye
Di siet 05:30 Waliyê Stenbolê Vasip Soylûyî daxuyaniyek da û eşkere kir ku 35 welatî bi êrîşekê, li Mekanê Keyf û Şahiyê yê Reinayê hatine kuştin. Êrîş bi çekên giran hatine kirin.
“Bi vê êrîşa terorî mixabin 35 welatiyên me mirine û 40 jî birîndar bûne.
(EKN/NV/MB)