Li Oremarê şer: 3 leşkeran canê xwe ji dest dan
Li herêma Oremarê ya girêdayê Gevera Colemêrgê dema operasyona leşkeran de şer derket û di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan.
![Li Oremarê şer: 3 leşkeran canê xwe ji dest dan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/180/199/original/mr.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li herêma Oremarê ya girêdayê Gevera Colemêrgê di navbera leşkeran û hêzên PKKê de şer derket. Di encama wî şerên qewimî de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
TSKê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku pevçûn di saet 11:15an de li Çiyayê Hisarê qewimiye.
Herwiha di wê daxuyaniya TSKê de hat gotin ku 9 şervanên PKKê jî canê xwe ji dest dane.
(EKN/YO)