Li Nisêbînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk siyasetmedarên Kurd jî di nav de bi hezaran kes li navenda navçeyê kom bûn û bi meşeke girseyî dimeşin ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê.
Her weha koma DEM Partiyê dê îro civîna xwe li Nisêbînê pêk bîne. Beriya civîna koma DEM Pariyê, bi hezaran welatî li ser rêya trênê ya li Taxa Kişla ya Nisêbînê kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Hevserokên DBPê Çîgdem Kiliç Uçar, Keskîn Bayindir û nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk beşdarî meşê bûn.
Li pêşiya girseyê Hevserokên DEM Partî û DBPê dimeşin û dest bi meşê kirin. Girse bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Her der Rojava her der berxwedan” û sirûdên şoreşgerî berz dikin. Meş didome.
(AB/AY)

