Li qezaya Hemdaniyeyêya bajarê Nînowayê, agir bi saloneke dawetê ketiye. Li gorî zanyariyan, 113 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne.
Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdaniyî ji medyaya Herêma Kurdistanê re diyar kir ku, heta niha 113 kes mirine. Di nava van kesan de bûk û zava jî hene.
Li gorî zanyariyên destpêkê, agir ji ber agirbaziyê ango fîşekên hewayî derketiye. Li gorî daxuyaniya birayê zavayî, agir ji ber tesîsata elektrîkê derketiye.
Di dema dawetê de 800 kes li salonê bûn.
Li qezaya Hemdaniyeyêya bajarê Nînowayê, agir bi saloneke dawetê ketiye. Li gorî zanyariyan, 113 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne.
Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdaniyî ji medyaya Herêma Kurdistanê re diyar kir ku, heta niha 113 kes mirine. Di nava van kesan de bûk û zava jî hene.
Li gorî zanyariyan, şewat ji ber agirbaziyê ango fîşekên hewayî derketiye. Duberdaniyî aşkere kir ku li derdora 800 kesî li salonê hebûn.
Di heman daxuyaniyê de got ku rewşa 60 birîndaran ne baş e û ihtimaleke mezin wê hejmara miriyan zêdetir bibe.
82 cenaze birine Saziya Diba Dadî ya Mûsilê û 86 birîndar jî veguhestine Mûsilê.
16 birîndar li Hewlerê derman dibin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Iraqê (INA), gelek ekîbên agirkujiyê û ambûlans çûne ber salonê. Her weha Wezîrê Karûbarên Hundir ê Iraqê Abdulemîr Şammarî jî wê biçe herêmê. (AS/FD)