Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HIŞYARÎ: Ev nûçe derbarê tundkariyê de ye. Her çend detay tê de nebin jî behsa tiştên qewimîne dike. Dibe naveroka nûçeyê bibe sedema bîrxistin an jî bandorên trawmayê ji wan kesan ku berê tundkarî, cidakarî li wan bûye, gotinên nefretê ji wan re hatine gotin an jî bûne şahidên van tiştan. Di rewşeke wiha de hûn dikarin alîkariyê ji pisporên tenduristiya derûnî bixwazin, serî li saziya LGBTI+yan bidin an jî ji Komeleya 17ê Gulanê re binivîsin. |
Pelîn jineke trans e, 32 salî ye û li Beyoglûya Stenbolê dijî. Ji bo emeliyateke biçûk çûye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînhe ya Taksîmê. Di 25ê Gulanê de doktor Erol K. Yî ew kontrol kiriye. Doktorî jê re gotiye ku divê emeliyat bibe. Dema kontrol qediyaye wî ji Pelînê xwestiye nimareya xwe ya welatîbûnê jê re bibêje. Paşê heqaret li Pelînê kiriye û ew ji odeyê avêtiye.
Pelînê ji Yildiz Tar, edîtora KaosGL.orgê re behsa tiştên ku hatiyê serê xwe kiriye:
“Di serî de gelek eleqedar bû. Ji min re got ew ê roja înê bi lokal anesteziyê emeliyatê bike. Barkod ji min xwest. Barkoda min nebû. Çû ber komputerê, du jimarên dawiyê yên nasnameya welatîbûnê ji min pirsî.
“Ji nişka ve kir qîrîn. Got ‘tu travestî yî’. Min got erê. Got ‘ez ne doktorê travestiya me. Wezareta Tenduristiyê mafê hilbijartina nexweşan dide min. Ez te derman nakim’ û kaxiza di destê xwe de çirand û avêt. Min jî got, ‘We dest da her deverên min, we ez kontrol kirim. Niha çi bû?’. Li ser vê wî got, ‘Heke min bizanîbûya ku tu travestî yî min dest nedida te, destê min gemarî bû’ û milê xwe li milê min da û min bi zorê derxist.”
doktorî li paş wê gotinên transfobîk jî kirine. Du peywirdarên jin ên ewlekariyê jî bûne şahidên van heqaretan. Pelînê çûye giliyê beşa mafên nexweşan kiriye. Her du jinan jî ew tişt piştrast kiriye.
“Ez îmtiyazê naxwazim, bila cidakarî neyê kirin”
Wezîfedarek ji beşa mafên newxeşan piştî bi rojekê telefonî Pelînê kiriye û jê re gotiye ku ew ‘mafdar e’. Her weha xwestiye wê bişîne bal doktorekî/e din. Û gotiye ‘Di wê demê de doktor hinekî sil bûye, hûn rastî wê demê hatine.”
Pelînê giliyê doktorî li bal dozgeriyê û Odeya Doktoran a Stenbolê kiriye. Odeya Doktoran ji doktorî xwestiye ku xwe biparêze.
(EMK/FD)