Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vîrûsa “sorikê” li dibistanan belav bûye. Dewleta New Yorkê biryar daye ku zarokên ji 18 saliyê biçûktir yên derzî li xwe nedayîn qedexe ye biçin cihên civakî.
Cara pêşiyê li Rocklandê vîrûs belav bûye. Li wê derê hatiye tespîdkirin ku 153 zarok ketine nexweşiya sorikê. Dewletê ji bo rê-li-ber-girtinê hin biryar dane.
Li Amerîkayê demekê dirêj e ku rewşeka bi vî awayê ne qewimîye. Rayedaran diyar kiriye ku divê di 30 rojan de ew kesên derzî li xwe nedayîn derziyan li xwe bidin û neçin cihên civakî. Ew kesên guh nedin qedexeyê dê 500 Dolarên Amerîkayê ceza bidin.
Sala 2018ê li gor sala 2017ê jimara kesên ketîn sotikê sê qetan zêde bûye. Sala 2018ê 72 kes bi nexweşiya sorikê mirine.
(AO/MB)