Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hin welatîyên Amerîkayê diyar kirine ku di dema zarokatiya wan de, li dêrê îstismara cinsî li wan hatiye kirin û doz li karmendên dêrekê vekiriye.
Li eyaleta New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yasayeka nû hatiye çêkirin. Li gor yasaya nû welatî dê bikarin ji bo dema borî jî doz îstismara cinsî vekin.
Piştî yasayê li New Yorkê zêdetirî 70 kesan doza îstismarê vekiriye.
Neteweyên Yekbûyî sala 2014ê raporek amade kiribû û di raporê de diyar kiribû ku li dêrên katolîkan îstismara zarokan berbelav e.
Neteweyên Yekbûyî Vatîkan jî bi wê yekê sûcdar kiribû ku ew sûcan vedişêre.
(AÖ/MB)
Çavkanî: AA