Li gorî daxuyaniya hêzên emniyetê li Nepalê ku welatê Başûrê Asyayê ye, ji ber hezaz û lehiyên ku li tevahiya welat rabûne, 193 kes mirin vû 96 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 31 kes jî winda ne.
Li Nepalê lehî herî zêde li paytext Katmanduyê rabûye ku baran zêde lê barî ye. Her weha beşeke girîng a başûrê bajêr di bin avê de maye.
Rayedarên lêgerîn û rizgarkirinê diyar kirin ku ji ber şimitîna axê hin rêyên sereke hatine girtin û wesayît asê mane.
Barana mûsonê ya ku her sal di navbera Hezîran û Îlonê de li welêt bi bandor dibe, dibe sedema zirarên canî û malî.
(AS/AY)