Li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) serlêdanên kursên muzîkê destpêkiriye. Serlêdan wê heta dawiya meha Îlonê dê bên qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hunermenda NÇMê Zehra Sûyûyê bilêv kir ku dê serlêdanên wan ên ji bo kursên muzîkê heya dawiya Ilonê bidomin û li dijî qirkirina çandî û asîmlasyonê bang li her kesî kir ku tev li kursan bibin.
Qeydên kursên muzîkê yên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, dest pê kirin. Qeyd dê heya dawiya meha îlonê bidomin. Kesên qeyda xwe li NÇMê çêdikin di kursan de fêrî bikaranîna tembûr, keman, şan, gîtar, flut û erbaneyê dibin.
Kesên bixwazin qeyda xwe çêbikin, dikarin biçin avahiya NÇMê ya li Taxa Mescîtê ya li navçeya Beyoglûyê yan jî dikarin bi rêya telefonê çêbikin.
(AY)