Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Servîsa Ewlekarîya Navxweyî ya Rûsyayê (FSB) ragihand ku li nêzî navenda wan a giştî ya li Moskowê êrîşeke çekdarî li dar ketiye.
Kanala rûsî, REN-TVyê gotiye du kes mirine, lê li gorî amarên Izvestiyayê 3 kes mirine.
Ajansa nûçeyan ya Interfaxê da zanîn ku êrîşvanê hewil daye bikeve hindurê avahîya FSBê li derve hatiye kuştin.
Wezareta Saxlemî ya Rûsyayê jî ragihand û got, pênc kes birîndar bûne û rewşa duduyên wan giran e.
Dmitriy Peskov, Berdevkê Kremlînê diyar kiriye ku wan derbarê êrîşa çekdarî de Vladimîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê agahdar kiriye.
Pûtîn berî êrîş li dar bikeve preskonferansa salane li dar xistibû. (EKN/FD)