Li navenda bazirganiyê ÎSTOÇê şewat derket
Şewata ku li ÎSTOÇê derket di demeke kurt de mezin bû.
Li Sûka Tomerîfiroşan a Stenbolê (ÎSTOÇ) a li Taxa Mahmûtbey a navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di dikanekê de şewat derket.
Şewata ku li dikana alavên plastîk difiroşe derketî, di demekî kin de li 4 kargehên din belav bû. Gelek komên agirkujiyê li cihê şewatê hatin veguhestin.
Şewat saet di 06.00’ê de dest pê kir û hêj nehatiye vemirandin. Xebatên ji bo vemirandinê didomin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.