Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Hundir li navçeyên Artemêt, Bayîzaxa û Tûşbayê yên Wanê, 8 endamên meclîsa şaredariyan ji wezîfeyê dûr xistiye.
Endamên ku ji kar hatine dûrxistin HDPyî ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin ev in:
* Artemêt – Savaş Encu, Sevinç Şeker û Atiye Sen
* Bayîzaxa – Pinar Demir, Necmettin şahin, Hulye Darak û Mehmet Siddik Moraner
* Tûşba – Ercan Yilboga
Çend roj berê dîsa Faruk Demir, Hevşaredarê Bayîzaxayê û Medenî Ozer ê Artemêtê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Di 19ê Tebaxê de jî Wezaretê kayyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tayîn kiribû.
Parêzbendî nedabûn şaredaran
Di hilbijartina 31yê Adarê de li Artemêt, Bayîzaxa û Tûşbayê namzetên HDPyê bi ser ketibûn. Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ji ber ku her sê şaredar di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan De (KHK) ji kar hatine ixrackirin mazbatayên wan radestî wan nekir. KHK piştî ragihandina Rewşa Awarte hatibûn derxistin.
YSKyê mazbatayên van şaredariyan dabû AKPyê ku di hilbijartinê de partiya duyem bû. (TP/FD)