Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer diyar kiriye ku ji 27ê Adarê pê ve li navçeyên Mereş, Hatay, Meletî û Semsûrê wê perwerde destpê bike. Li van bajarên ku erdhejên Mereşê lê bandor kiribû ji ber erdhejê perwerde hatibû rawestandin.
Wezîr Ozer di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha gotiye: "Em 27ê Adarê roja Duşemê li çar bajarên xwe yên herêma erdhejê gav bi gav dest bi perwerdeyê dikin. Em ê zarokên xwe bi dersdêr û hevalên wan re li dibistanan bînin cem hev."
Li gorî tabloya ku Ozer parve kiriye, li navçeyên Arapgir, Arguvan, Kale, Pûtûrge, Doganyol, Yazihan, Darende û Hekîmhan ên Meletiyê; li navçeyên Kahta, Gerger, Sincik, Samsat û Çelîxan ên Semsûrê; Li navçeyên Andîrîn û Ekînozû yên Mereşê û Yayladagi, Altinozû, Erzîn, Reyhanli, Payas, Dortyol û Arsuz ên Hatayê perwerdehî dê di 27ê Adarê de gav bi gav dest pê bike.(AO/AY)