Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) hilbijartina li navçeya Yûsûfeliya Artvînê betal kiriye û biryar daye ku hilbijartin di 2yê Hezîranê de bê dubarekirin.
Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de li navçeya Yûsûfeliyê Eyup Aytekîn, namzetê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) sê deng zêdetir standibû û bûbû şaredar.
Bariş Demîrcî namzetê CHPyê di rêza duyem de derketibû.
Partiya Gal a Komarî (CHP), encam qebûl nekiriye û îtiraz li encaman kiriye. YSKyê derxistiye holê ku li navçeyê du kesên ku ji hêla yasayê ve nikarîbûn dengan bidin, deng avêtine. Li gorî vê encamê ferqa di navbera her du partiyan de daketiye yekê. Li ser vê rewşê YSKyê biryar girtiye ku hilbijartina li vir betal bibe. Li Yûsûfeliyê wê hilbijartin 2yê Hezîranê ji nû ve were çêkirin. (AO/FD)
Foto: Gokhan Zobar / AA