Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar girtiye ku li navçeya Honazê ya Denizliyê hilbijartin ji nû ve were çêkirin.
Li vê navçeyê di encama dengdanê de Yuksel Kepenek, namzetê CHPyê ji Tûrgût Devecîolgû, namzetê AKPyê heşt deng zêdetir standibû û bi ser ketibû.
Bixwîne - Endamên meclîsên şaredariyan ên ixrackirî jî wê nekarîbin mezbateyê bistînin
AKPyê li hemberî vê biryarê serî li YSKyê daye û di encamê de deng ji nû ve hatine jimartin. Piştî vê jimartinê dengên namzetê AKPyê zêde bûne û di navbera her du namzetan de tenê sê deng mane.
Bi sedema ku zanyariyên di zabitnameyan de hev nagirin, AKPyê cara sêyem daxwaza jimartina dengan kiriye. Lijneya hilbijartinê ya bajêr ev daxwaz qebûl kiriye û deng cara sêyem hatine jimartin. Di vê jimartinê de jî namzetê CHPyê bi dengeke zêde bi ser ketiye û bûye şaredar.
Bixwîne - HDP dixwaze ku li 5 navçeyan hilbijartin ji nû ve were çêkirin
AKPyê li ser vê rewşê serî li YSKyê daye û xwestiye li vê navçeyê hilbijartin dubare bibe. YSKyê ev daxwaz qebûl kiriye û biryar daye ku hilbijartina li navçeya Honazê ya Denizliyê 2yê Hezîranê ji nû ve were çêkirin.
Bixwîne - Li navçeya Yûsûfeliyê ya Artvînê hilbijartin wê bê dubarekirin
Li Yûsûfeliyê jî wê hilbijartin bê dubarekirin
YSKyê li ser daxwaza CHPyê biryar girtibû ku li navçeya Yûsûfeliyê ya Artivînê hilbijartin ji nû ve were çêkirin. (HA/FD)