Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Myanmarê di xwenîşandanên li dijî derbeya leşkerî de di encama midaxeleyên bi çek yên hêzên ewlekariyê de hejmara kesên ku mirine gihîştiye 780an.
Li gorî rapora rojane ya Saziya Alîkariyê ya Ji Bo Girtiyên Siyasî di encama midaxeleya hêzên ewlekariyê de di 24 saetên dawî de 4 kes mirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmara miriyan derketiye 780an, 3 hezar 826 kes desteserkirî ne û derbarê hezar û 540 kesî de jî biryara desteserkirinê heye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Khet Thî, helbestvanê Myanmarî di xwepêşandanên dijî derbeya leşkeri de bi bandor bûye û di 8ê Gulanê de hatiye desteserkirin û li serbazgeha leşkeri ya bajarê Monywayê can daye.
Chaw Su, hevjîna Thîyî mirina hevjînê xwe erê kiriye û bi BBCyê re axiviye û gotiye, “ leşkeran em her du jî desteserkirin. Piştî lêpirsînê ez serbest kirim lê destûr nedan ew derkeve.”
“Dema min termê hevjînê xwe teslîm girt, min dît ku hin perçeyên laşen wî kêm in.”
Rêveberiya leşkeri ya Myanmarê derbarê kuştina Thî de çi daxuyaniyek nedane.
Li Myanmarê artêşê di 1ê Sibatê de derbeyek leşkerî pêk anîbû. Li ser vê rewşê welatiyan dest bi xwenîşandanên protestoyî kiribûn.
(TP/AY)