Gundiyên li gundê Yukariyongaliyê ya 50 kîlomêtro dûrî navenda Mûşê ye dijîn hewa çiqas sar be jî ji bo heywanên xwe xwedî bikin gelekî zehmetiyê dikşînin.
Welatî havînê diçin zozanan, lê zivistanê li gund heywanên xwe xwedî dikin.
Gundî serê sibê zû radibin, ka û gîhayê ya ku 500 mêtro dûrî tewleyê tînin li ser berfê radixin ku heywan bixwin.
Yusuf Omarê heywanan xwedî dike got ew rojê du caran heywanan têr dike û wiha axivî: "Dema berf dibare em gelekî zehmetiyê dikşînin. Zarok gişk çûn Stenbolê. Ez 63 salî me, hemû zehmetiyê ez dikşînim. 80 heywanên min hene. Em li ser berfê kayê didin heywanan. Par em 6 mehan di bin berfê da man. 2 mêto û nîv berf barî."
"Heywan nebin em nikarin debara xwe bikin"
Eyup Omar jî got ew bi salane heywanan xwedî dike û debara xwe bi vî karî dike.
Omer got ew berfê ditepisînin paşê ka û giha li ser radixin ku heywan bixwin û wiha pê da çû: "Karekî pir zor e. Li gund mêtroyek berf heye. Zivistanê mêtroyek berf heye, her kes bi heywanên xwe ra mijûl dibe. 6 meh zivistan e, 6 meh jî havîn e. Par ji 2 mêtroyan zêdetir berf barî. Îsal jî qasî mêtroyekî berf heye. Em gelekî zehmetiyê dikşînin. Lê heywan nebin em nikarin debara xwe bikin."
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun/ AA