Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Mûşê 7 endamên meclîsa giştî ya bajêr yên HDPyê di encama fermana Wezareta Karûbarên Navxweyî de ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Salîm Kaplan, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê derbarê mijarê de roja 10ê Îlonê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û gotiye ku piştî hilbijartin qediya ye, digel bi ser ketine jî, ji ber ku KHKyî bûne (Di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De ji kar hatine avêtin) mazbatayên 6 şaredarên me nehate dayîn.
Kaplanî her weha bibîr xistiye û gotiye ku heta niha 20 endamên meclîsên şaredariyan yên HDPyî, ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
“Serî li rêgezên dijhiqûqî didin”
Kaplanî diyar kiriye ku herî dawî 7 endamên Meclîsa Bajêr ji wezîfeyê hatine dûrxistin û îdia kiriye ku şaredariyên navçeya navendî ya Mûşê û ya Mazgîrtê di encama rê û rêgezên dijhiqûqî û bi dek de ji destê wan hatine derxistin.
Kader Erol, Filiz Aydin, Ceyhan Aydemir, Suat Kalin, Mehmet Şakir Tugrul, Musa Kaya û Mehmet Demir, endamên meclîsa giştî ya Şaredariya Mûşê ji wezîfeyê hatine avêtin. Li Meclîsa Şaredariya Mûşê 26 endamên HDPyî, 19 AKPyî, 2 MHPyî û CHPyiyek hebû. Li gorî vê encamê endamên HDPyî daketiye 19yan.
Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de 48 hezar û 245 kesan deng dabû. AKPyê ji sedî 34,76, HDPyê jî ji sedî 33,59 deng bi dest xistibû. Di navberê de tenê 593 deng hebû. HDPyê, bi hinceta ku nêzîkî 2 hezar û 500 dengên Sirri Sakik, namzetê HDPyê û yên HDPyê nehatine qebûlkirin, serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû, lê ti encam bi dest nexistibû. (RT/FD)